Ji parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan
- rojane
- 11:33 22/4
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo bi muwekîlê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê û Midûriyeta Girtîgehê dan.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo bi muwekîlê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê û Midûriyeta Girtîgehê dan.
MKG û DFG di daxuyaniya xwe ya bi wesîleya 22 'ê Nîsanê Roja Rojnamevanên Kurd de gotin, "Em mîrateyên berxwedana bi rûmet a 127 salan in."
Siyasetmedar-nivîskar Abdulbakî Erdogmûş diyar kir ku divê têkoşîna aştî û demokrasiyê bi tenê li ser milê Kurdan neyê hiştin û wiha got: "Pêwîste ev pêvajo bi gavên şênber were destekkirin."
Sînem Bor a ku di dema pevçûnê de kurekî wê, 3 neviyên wê û 2 biraziyên wê jiyana xwe ji dest dabûn diyar kir ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan û got ku eger dewlet samîmî be divê gavên şênber bavêje.
Akademîsyen Kamûran Berwarî destnîşan kir ku li Herêma Kurdistana Federe liv û tevgera komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê zêde bûye û wiha got: "Iraq jî wê para xwe ji zerara ku dê rû bide bibîne."
Hîkmet Çalagan ê 32 sal in di girtîgehê de ye, tevî ku cezayê wî qediyaye û Dadgeha Destûra Bingehîn der barê wî biryara binpêkirinê daye jî, nayê berdan.
Çalakiya greva birçîbûnê ya 9 girtiyan a li girtîgehên Tîpa S, R û Y didome. Endama TAYAD'ê Semîha Eyilikê wiha pirsî: "Gelo ji bo daxwazên wan bên qebûlkirin divê girtî ber bi mirinê ve biçin?"
Serlêdana girtiyê nexweş Cemîl Îvrendî ku 31 sal in di girtîgehê de tê girtin, cara duyemîn 6 mehan hat taloqkirin.
Girtiya nexweş Ozge Ozbek a ku berdana wê 6 mehan hatibû taloqkirin û ji bo dermankirinê hat berdan û got: “Ez hêvîdar im wê hemû girtiyên siyasî azad bibin.”
Cîgirê Serokê Giştî yê AKP'ê û Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk der barê pêvajoyê de got: "Dibe ku di vê mehê de geşedanên nû çêbibin."
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama xwe ya ji bo endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder de diyar kir ku Onder kevneşopiya Baba Îshak temsîl dike û got: “Ez hevî dikim ku demek berî demekê baş bibe û bi coş û bi hêz têkeve nava me.”
DEM Partiyê der heqê nûçeyên têkildarî rewşa tenduristiyê ya Ahmet Turk de tên weşandin daxuyanî da û got: “Di rewşa tenduristiyê ya Ahmet Turk de geşedaneke nû û ya neyînî tune ye.”
Şandeya DEM Partiyê, piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji Girava Îmraliyê vegeriya.
Rojnameger Dîlan Kartal ku polîsan li Amedê bi awayekî fîzîkî dişopand û piştre jî pêşî lê girt, serî li ÎHD’ê da.