ROJEVA 15’Ê ÇILEYA 2025’AN
- rojane
- 09:00 15/1
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Akdenîzê da û got: “Berxwedêr dê bi ser kevin.”
Amedsporê der heqê Umît Ozdag ê ku parvekirinên nîjadperest dike, serlêdana sûc kir.
Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kir û bi daxwaza “Li dijî şer aştiyeke birûmet, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” nobet hate destpêkirin.
DEM Partiyê li Wanê êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kir û peyama “Rojava bi tenê nîne” da.
Girtiyê nexweş Kenan Kaya ku li girtîgehê du caran krîza dil derbas kiriye, got ku dermanên wan nayên dayin û terkî mirinê hatine kirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li navçeya Sûrê loqenteya gel vekir.
HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama şer û pevçûnên li gundewarên Minbicê û Pira Qereqozaqê de 28 endamên koma paramîlîter a dewleta tirk hatine kuştin û 36 jî birîndar bûne.
Ji bo hunermend Kasim Taşdogan ji ber 3 stranên kurdî bi hinceta ‘progapandaya rêxistinê kiriye’ 20 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di çalakiya li pêşiya Şaredariya Akdenîzê de axivî û wiha got: “An hûn ê rêya çareseriya demokratîk a birêz Ocalan esas bigirin an jî mûxatabiya we namîne.”
Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê li Bendava Tişrînê hatiye destpêkirin di roja 7’an de didome.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bal kişand ser gotinên Tayyîp Erdogan ên di dema serdana Amadê de û wiha got: “Hizûra Tirkiyeyê jî ya Amedê jî çareseriya demokratîk û aştî ye.”
Wezîrên karên derve û yên parastinê yên HTŞ’ê dê sibê bên Tirkiyeyê.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Hat zanîn ku leşkerên dewleta tirk li gundên Gever-Elbakê 2 kolber binçav kirine. Ji xizmên kolberan Serhat Serbaz Hatemî ku li rojhilatê Kurdistanê dijî, wiha got: “Li ku derê ne, dijîn an najîn hîç haya me jê nîne.”