DEM Partiyê girtiyên hatibûn qetilkirin bi bîr anî
- rojane
- 14:11 19/12/2024
DEM Partiyê girtiyên di “Operasyona Vegerandina Jiyanê” de hatin qetilkirin bi bîr anî û got ku tecrîd û îşkenceya li girtîgehan hêj didome.
DEM Partiyê girtiyên di “Operasyona Vegerandina Jiyanê” de hatin qetilkirin bi bîr anî û got ku tecrîd û îşkenceya li girtîgehan hêj didome.
DEM Partiyê ragihand ku Hevşaredara Hezexê Turkan Kayir ji partiyê hatiye îxrackirin.
Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik bertek nîşanî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û axaftinên Hakan Fîdan da û wiha got: “Dibêje; ‘Bila ji wir derkevin.’ Erê baş e bira, ê ew der axa wan e. Divê hûn ji wir derkevin.”
Nûnerên rêxistinên civaka sivîl diyar kirin ku ew bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û rawestandina êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” bûne û banga tevlibûna daxuyaniya li Enqereyê kirin.
Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz di “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” de li Edeneyê axivî û diyar kir ku çareseriya pirsgirêkan, paradîgmaya Abdullah Ocalan e. Sumeyye Boz, wiha domand: “Ji bo birêz Ocalan bikare rola xwe bilîze divê şert û merc bên amadekirin.”
Dayika Mehmet Bahaddîn Oncu ku 30 sal in girtî ye, wefat kir. Oncu, xwest beşdarî merasîma definkirina cenazeyê dayika xwe bibe lê bi hinceta “ewlehiyê” hate astengkirin.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan da zanîn ku partiya wan ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re heta niha 23 serlêdan kiriye û wiha bertek nîşanî gotina “Em ê demeke guncav peyda bikin” a Wezîrê Dadê da: “Dema musaîd, nîşaneya keyfiyetê ye. Divê rêya ber bi birêz Ocalan ve diçe were vekirin.”
Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan diyar kir ku Tirkiye bi girankirina tecrîdê re dixwaze pêşî li Abdullah Ocalan bigire ku têkildarî Sûriyeyê peyaman bide û wiha got: “Divê partiyên çep û sosyalîst rê li ber polîtîkayên şer bigirin û Tirkiyeyê neçarî aştiyê bikin.”
Welatiyên li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nobetê digirin anîn ziman ku divê her kes xwedî li Rojava derkeve û gotin: “Rêya azadiyê, ji Rojava re derbas dibe.”
Prof. Dr. Dogu Ergîl diyar kir ku dê li Sûriyeyê li herêma Kurd lê dijîn rêveberiyeke xweser were avakirin û Tirkiye dê mecbûr be ku vê xweseriyê qebûl bike. Ergîl, wiha got: “Wê demê li vir jî dê di pirsgirêka Kurd de hinek pêşketin çêbibin.”
Rojnameger Cîhan Bîlgîn diyar kir ku êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her ku diçe zêde dibin û got: "Êriş li ser Bendava Tişrîn û herêma Qereqozaxê hene. Divê gelên cîhanê jî li dijî van êrişan dengê xwe bilind bikin."
Girtiyê li Girtîgeha Hejmara 2 a Dûmlû ya Erziromê Cîhan Gokalp zextên li wan tên kirin bi rêya malbata xwe ragihandin û got: “Ez bang li komeleyên mafên mirovan, baro û çapemeniya azad dikim; hewce ye ku ew dengê me bidin bihîstin da ku şert û mercên tecrîdê li vir bi dawî bibin."
Berdevkê YPG'ê Siyamend Elî diyar kir ku yekane hêza ku ji aliyê gel vehatiye avakirin ew in û got: "Yekane hêza ku ji sala 2011'an û vir ve ji aliyê gel hatiye avakirin em in. Lewma daxwaza tesfiyekirina YPG'ê tê wateya daxwaza tesfiyekirina gel. Divê gelê me hişyar be."
Parêzer Azad Akbûlût da xuyakirin ku Tirkiye biryara DMME'yê ya der barê binpêkirina mafê hêviyê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de nas nake û got ku ev binpêkirina rêgeza qedexeya îşkence û muameleya xerab û wekheviyê ye.