Îsraîl: Îranê ji bo êrişê zêdetirî 100 balafirên bêmirov ên biçek şand
- cîhan
- 09:30 13/6
Artêşa Îsraîlê ragihand ku Îranê zêdetirî 100 balafirên biçek ên bêmirov ji bo êrişê şandiye.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku Îranê zêdetirî 100 balafirên biçek ên bêmirov ji bo êrişê şandiye.
Serokê DYA’yê Trump ragihand ku heke Îran bersivê bide ew ê Îsraîlê biparêzin.
Wezîrê Veguhestinê yê Iraqê diyar kir ku tevahiya geştên hewayî ji bo demekê dane sekinandin.
Di êrişa Îsraîlê ya li dijî Îranê de Fermandarê Artêşa Muhafizên Şoreşê Huseyîn Selamî, Serfermandarê Giştî yê Artêşê Muhammed Bakirî û hinek zanyarên nukleerê hatin kuştin.
Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Marco Rubio diyar kir ku di êrişa Îsraîlê ya li dijî Îranê de roleke wan tune ye.
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu, têkildarî êrişa ser Îranê got: “Ev operasyon, heta ku gef bi temamî ji holê tê rakirin dê bidome.”
Îsraîlê, piştî êrişa li dijî Îranê li seranserî welat rewşa awarte ragihand.
Rêberê olî yê Îranê Ayetullah Alî Hamaney têkildarî êrişên Îsraîlê got: “Îsraîlê ji bo xwe dawiyeke biêş amade kir.”
Li Hindistanê balafireke rêwiyan ku 242 kes lê siwar bûn, kete xwarê.
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot, diyar kir ku wan di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Tirkiyeyê de navbeynkarî kirine û dê piştgiriya wan a bi Kurdan re bidome.
Di encama lihevkirinê de cenazeyên hezar û 212 leşkerên Ûkraynayê û yên 27 leşkerên Rûsyayê radestî welatên wan hatin kirin.
Li gorî rapora PRIO’yê parve kiriye; dinya pêvajoyeke şer a ji sala 1946’an girantir dijî.
Îsraîlê li Xezeyê êrişî welatiyên li benda alîkariyê kir û di êrişê de gelek kes hatin qetilkirin.
Çalakiyên protestoyî yên li Los Angelesê ku ji bo piştevaniya bi penaberan re tên lidarxistin, didomin. Li navenda bajar qedexeya derketina kolanan hate ragihandin.
Li bajarê Calî û navçeyên wê yên Kolombiyayê bi awayekî hemwext 19 êrişên bombeyî li dijî saziyên cemaweriyê hatin kirin. Di êrişan de herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 50 kes jî birîndar bûn.