'Ji bo Santrala Akkûyûyê nimûneya zemîna etutî negirtine'
- ekolojî
- 09:08 10/5/2019
Parêzer Îsmaîl Hakki Atal, diyar kir ku derz li hîmê reaktorê ewil ê Santrala Nukleerê ya Akkûyûyê ketiye û ev yek ji bo pêşerojê dê bibe cihê talûkeyek mezin. Atal, anî ziman ku zemîna heyî ne zemîneke qayîm e û wan ev yek bi delîlan aşkere kiriye, lê dîsa jî heyeta pêzaniyê ji bo zemîna etutî nimûne negirtiye.