Sakîne Cansiz li ser gora xwe hat bibîranîn
- jin
- 14:16 09/1
Siyasetmedara Kurd Sakîne Cansiz ku 12 sal berê li Parîsê hatibû qetilkirin, li ser gora xwe hat bibîranîn.
Siyasetmedara Kurd Sakîne Cansiz ku 12 sal berê li Parîsê hatibû qetilkirin, li ser gora xwe hat bibîranîn.
Jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin, di çalakiya nobetê ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê de tên bibîranîn.
Aktivîsta TJA'yê Aynûr Saricayê diyar kir ku der barê mirina biguman a Rojîn Kabaîş de raya giştî bi şaş hatiye agahdarkirin û got ku ew ê dest ji pirsa "Çi hat serê Rojînê?" bernedin. Rêvebera Komeleya Jinan a Starê Meryema Aslanê jî got: "Dosyaya ku hê jî nehatiye zelalkirin ji bo dewletê şerm e."
Ji bo jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin, li Rihayê bîranîn hat lidarxistin.
Eren Keskînê diyar kir ku Sakîne Cansiz a li Parîsê hat qetilkirin yek ji jinên herî bibandor bû û wiha got: “Her tim behsa aştiyê û têkoşîna aştiyê dikir. Ez ji fikr û têkoşîna wê ya ji bo mafên jinan û li dijî desthilatdariya mêr gelekî bandor bûm."
TJA’yê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê Demîr, Fatma Uyar, Pakîze Nayir, Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên di meha Çileyê de hatin qetilkirin, bi bîr anî.
Di ser mirina biguman a Rojîn Kabaîşê re 84 roj derbas bûn. Lê pirsên wekî cenaze çend roj di avê de ma, destwerdanek ji derve hatiye kirin, şopên derbeyê yên li ser laşê wê ji ber çi bûne û DNA'ya mêr a ku hatiye tespîtkirin aîdî kê ye, hîna bê bersiv in. Midûra wargehê ku di navenda îdiayan de cih digire, li ser mijarê bêdeng ma.
Xwendekarên Zanîngeha Munzurê ji bo Rojîn Kabaîş û Gulistan Doku meş li dar xistin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari têkildarî Gulistan Doku peyamek parvekir û got: “Heke edalet pêk bihata dê îro Rojîn û Narîn bijiyan.”
Malbata Rojîn Kabaîşê bertek nîşanî îdiaya “întîharê” da û bal kişand ser nakokiyên di dosyayê de. Malbatê, hevala Rojînê ya odeyê û rayedarên wargehê ji mirina wê berpirsyar dît û ev îdiaye kir: “Piştî qetilkirinê avêtine avê.”
Hejmara 97’emîn a Kovara Jinê bi manşeta “Jiyana me her tim şer bû” derket.
Di daxuyaniya li Amedê ya têkildarî mirina biguman a Rojîn Kabaîşê de, pirsa "Çi bi Rojîn Kabaîşê hat" kirin.
Jinên siyasetmedar Sevê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên di qedexeyên derketina dervê ya Silopiyayê de hatibûn qetilkirin di 9’emîn salvegera qetilkirinê de li ser gora xwe hatin bibîranîn.
Li navçeya Silopiyayê 3 jinên siyasetmedar ên hatin qetilkirin hatin bîranîn. Di bîranînê de soza mezinkirina têkoşîna jinan hat dayîn.
Li gorî rapora KCDP’ê; di sala 2024’an de herî kêm 394 jin hatin qetilkirin û herî kêm 259 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.