HSD: Êrişên dagirkeriyê hatin têkbirin
- rojane
- 11:47 25/2
Navenda Ragihandinê ya HSD’ê diyar kir ku hêzên wan êrişên ser 3 nuqteyan têkbirine.
Navenda Ragihandinê ya HSD’ê diyar kir ku hêzên wan êrişên ser 3 nuqteyan têkbirine.
Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî diyar kir ku dê bi boneya 8’ê Adarê li 11 bajaran atolyeyan li dar bixin.
Endamê PM’a DBP’e Mehmet Yavuzel di dema qedexeya derketina kolanan a li Cizîrê de di jêrzemînan de hate qetilkirin. Kekê Yavuzel, Halîl Yavuzel, got: “Emrê wî biçûk bû lê dilê wî gelek mezin bû. Tu caran serî li ber neheqiyê netewand.”
Li Geverê polîsan bavê 9 zarokan Necmettîn Fendîk qetil kir û di di hinceta biryara salek û 8 meh cezayê girtîgehê yê li polîsê hatibû birîn de wiha hat gotin: "Dadgeh li gorî xisletên kesayetiyê yên hatine tespîtkirin ji bo bersûc ji pêkanîna sûcan di pêşerojê de pêk neyne xwedî nêrîneke erênî bû."
Di çarçoveya lêpirsîna der heqê Şaredariya Beykozê de Midûrê Çand û Karûbarên Civakî yê berê E.D. hate binçavkirin.
Walîtiya Şirnexê têketina 11 herêman ji bo 15 rojan qedexe kir.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên bakurê Kurdistanê hişyariya barîna berfê kir.
Nivîskar û siyasetmedarên li Mêrsînê diyar kirin ku gotin û kirinên îktîdarê yên têkildarî çareseriyê hev nagirin û bal kişandin ser têkoşîna civakî.
Akademîsyen Kamûran Berwarî diyar kir ku divê ne berdana çekan lê li ser bêdengkirina çekan nîqaş bên kirin û got: “Lê ji bo ev çêbibe hewceye dewleta tirk gavên erênî biavêje.”
Serokê SUDEF'ê Evgîl Turker diyar kir ku hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Ocalan re di nava Suryanan de hêviyek çêkiriye û got: "Suryanî heta niha hemû daxuyaniyên birêz Ocalan hêja dîtine. Wê ji niha û pê ve jî wiha be."
Li 3 navçeyên Wanê li dijî tayînkirina qeyûman çalakî hatin lidarxistin. Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê diyar kirin ku ew ê xwedî li vîna gel derkevin û gotin: “Em ê dizan bişînin.”
Operasyona li dijî HDK’ê li gelek bajaran hate protestokirin û hat gotin ku îktîdar hewl dide HDK’ê krîmînalîze bike.
Tehliyeya Nedîm Yilmaz ku 32 sal in girtî ye û li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tê ragirtin, bêyî ku lijne bicive cara 7’emîn hate taloqkirin.
Starta çalakiyên 8’ê Adarê yên li Herêma Serhedê li Qersê hate dayin. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, got: “Armanca me ya esasî, aştiyeke birûmet e. Bi vê boneyê em ê li qadan bin û dev ji israra xwe ya ‘jin, jiyan, azadî’ bernedin.”