ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2024'AN
- rojane
- 09:00 23/12/2024
Dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê bi çekên giran êrişî gundê Cadê yê li başûrê Kobanê kirin. Di êrişê de zarokek a 12 salî û dayika wê hatin qetilkirin.
Li Stenbolê 7 rojnameger û 2 siyasetmedarên tev li çalakiya protestokirina qetilkirina rojnamegeran a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn, hatin girtin.
Di çalakiya protestokirina qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê ya li Setenbolê de 14 kes hatibûn binçavkirin. 9 jê rojnameger 14 kes bi daxwaza girtinê sewqî edliyeyê hatin kirin.
HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama operasyona hêzên wan de li Reqayê 18 endamên DAIŞ’ê hatine girtin.
Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê hatin protestokirin.
Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn protesto kirin û wiha gotin: “Nazim û Cîhan her tim bûn dengê heqîqet û Rojava.”
DFG û MKG li navçeya Giyadînê çûn serdana şîna rojnameger Nazim Daştan ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû qetilkirin.
Ji ber daxuyaniyên têkildarî rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê de hatine dayin, derheqê gelek kes û saziyan de lêpirsîn hatin destpêkirin. DEM Partiyê bertek nîşanî lêpirsînan da û got: “Îktîdar ji bo veşartina sûcên xwe rojnamegeran hedef digire.”
Mehmet Haşîm Arslan û Fevzî Arslan ku tevî birayê xwe Omer Arslan li heman girtîgehê tên ragirtin, diyar kirin ku rewşa birayê wan Omer Arslan giran e û li ber mirinê ye.
Jinan bi meşekê şîna rojnameger Cîhan Bîlgîn a bi SÎHA’yên dewleta tirk hatibû qetilkirin, ziyaret kirin. Jinên ku guh nedan astengkirinên polîsan, ji malbatê re sersaxî xwestin.
Ji ber parvekirina têkildarî rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi SÎHA’yên dewleta tirk hatine qetilkirin, derheqê Baroya Stenbolê de lêpirsîn hate destpêkirin.
Şîna rojnameger Nazim Daştan ku dema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûçe dişopand bi SÎHA’yên dewleta tirk hate qetilkirin, bi girseyî hate ziyaretkirin.
Rêxistinên rojnamegeran ên Herêma Federe ya Kurdistanê bertek nîşanî qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dan û gotin: “Dewleta tirk bi qetilkirina rojnamegeran re sûcê şer kiriye û em bi tundî şermezar dikin.”
Helîkoptera ambulans ku ji Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mûglayê rabû, kete baxçeyê nexweşxaneyê. Li gorî agahiyên destpêkê, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.