Li Reqayê 18 DAIŞ’î hatin girtin
- rojane
- 15:47 22/12/2024
HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama operasyona hêzên wan de li Reqayê 18 endamên DAIŞ’ê hatine girtin.
HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama operasyona hêzên wan de li Reqayê 18 endamên DAIŞ’ê hatine girtin.
Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê hatin protestokirin.
Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn protesto kirin û wiha gotin: “Nazim û Cîhan her tim bûn dengê heqîqet û Rojava.”
DFG û MKG li navçeya Giyadînê çûn serdana şîna rojnameger Nazim Daştan ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû qetilkirin.
Ji ber daxuyaniyên têkildarî rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê de hatine dayin, derheqê gelek kes û saziyan de lêpirsîn hatin destpêkirin. DEM Partiyê bertek nîşanî lêpirsînan da û got: “Îktîdar ji bo veşartina sûcên xwe rojnamegeran hedef digire.”
Mehmet Haşîm Arslan û Fevzî Arslan ku tevî birayê xwe Omer Arslan li heman girtîgehê tên ragirtin, diyar kirin ku rewşa birayê wan Omer Arslan giran e û li ber mirinê ye.
Jinan bi meşekê şîna rojnameger Cîhan Bîlgîn a bi SÎHA’yên dewleta tirk hatibû qetilkirin, ziyaret kirin. Jinên ku guh nedan astengkirinên polîsan, ji malbatê re sersaxî xwestin.
Ji ber parvekirina têkildarî rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi SÎHA’yên dewleta tirk hatine qetilkirin, derheqê Baroya Stenbolê de lêpirsîn hate destpêkirin.
Şîna rojnameger Nazim Daştan ku dema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûçe dişopand bi SÎHA’yên dewleta tirk hate qetilkirin, bi girseyî hate ziyaretkirin.
Rêxistinên rojnamegeran ên Herêma Federe ya Kurdistanê bertek nîşanî qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dan û gotin: “Dewleta tirk bi qetilkirina rojnamegeran re sûcê şer kiriye û em bi tundî şermezar dikin.”
Helîkoptera ambulans ku ji Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mûglayê rabû, kete baxçeyê nexweşxaneyê. Li gorî agahiyên destpêkê, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû diyar kir ku ew ê rê nedin DAIŞ û yên mîna wê dîsa bên zindîkirin û sûcên wan bên rewakirin û wiha got: “Parastina şoreşa jinê ya Rojava, parastina aştî, azadî, wekhevî û jiyanê ye.”
Dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter gundên Girê Spî û Kobanê topbaran kirin.
Evîn Kara ku 34 salan li her çar parçeyên Kurdistanê têkoşîneke bênavber da û di şoreşa jinê de cihê xwe girt. Xwarziya Evîn Kara, Suna Kara wiha got: “Tenê bihosteke xaka Kurdistanê nemaye ku şopa heval Evînê li ser nebe. Evîna me kuştin lê bi hezaran Evîn li Kurdistanê şîn bûn."
Rojnamegeran diyar kirin ku qetilkirina her rojnamegerekî/ê sûcekî navneteweyî ye û xwestin têkildarî qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn lêpirsîn bê destpêkirin.